DEH AZMÛNÊN HERÎ SPEHÎ LI DINYAYÊ
Çavkanî: Anders Wallerius, Ny Teknik, Swêd
Wergêr: Zagrosê Hajo
Zaneyan gav bi gav çavên me vekirin û kirin ko em bi awayên nû biramin. Azmûnên wan yên bilîmet, çawa hasan in wilo jî înanîkêş in, ew binyata dîtinên me yên nûjen in li ser dinyayê.
Lîsta her deh azmûnên pêşî di fîzyayê de, ev in:
1. Azmûna dukelşan ya xisletên pêlî yên elektronan dide xuyakirin. Claus Jönsson, 1961.
2. Azmûna Galîleo Galîleî ya laşên dikevin. Ew dide xuyakirin ko xurtbûna ketina laşan weke heve, tevlî ko giraniya wan ji hev cuda ye. Galîleo nêzîkî sala 1600î.
3. Azmûna Mîllîkan ya dilopên zeytê. Ji dilopên zeytê yên li ser rûyê avê Mîllîkan mezinbûna bargeya elektroneke tekane (charge on a single electron) da xuyakirin. Sala 1911an.
4. Jihevcudakirina Newton ya hemû rengên di nav tîrêjên rojê de bi alîkariya puwazkê (prism). Isaac Newton, 1665.
5 Azmûna dukelşan ya xisletên pêlî yên ronahiyê dide xuyakirin. Thomas Young, 1801.
6. Azmnûna Pendola badekî ya Cavendish (Cavendish's torsion-bar) hêza rakêşa di nav du baristan (mass) de dide xuyakirin. Henry Cavendish, 1798.
7. Pîvandina Eratosthenes ya goşeya tîrêjên Rojê, çivandina kembera Zemînê da xuyakirin. Eratosthenes, 300 BZ.
8. Azmûna Galileo ya gindirandina gokan li ser rasterûyekî nişîv tawdana giraniyê dide xuyakirin (Galileo's Acceleration Experiment). Galileo Galilei, nêzîkî sala 1600î.
9. Vedîdtina Rutherford ya navika atomê. Ernest Rutherford, 1911an.
10. Pendola Foucault dide xuyakirin ko Zemîn li dora tewereyê (axis) xwe digere.
Deh azmûnan ji her tiştê din bêhtir bandora xwe li jiyana me kir û ew guhert. Ev bi kêmayî li gor xwendevanên kovara "Physics World" e, yên ko bersiva vê pirsê dan: Kîjan azmûn di fîzyayê de ya herî spehî ye?
Azmûnana Eratosthenes jî di nav wan her deh azmûnan de derbas dibe, ya ko bi pîvandina goşeya tîrêjên Rojê çivandina kembera Zemînê, nas kir. Bi alîkariya bîreke kûr û darikekî naskir, ko Roj di ezmanê Misrê de ji yê Yunanistanê bilintir dibe. Gelek salan Berî Zayînê wî bi şaşîtiyeke piçûk 5%, dirêjbûna kembera Zemînê, bi riyên hijmartinî, derxist.
Piştî wî bi du hezar salan Jean Foucaultê fransî da xuyakirin, ko Zemîn li dor xwe dizîvire. Wî pendoleke 30 kîlogramî giran û bi têleke pola ya 17 metran dirêj ve kir û bi zikê Panthéonsê ve dalhêla (hang). Roj û şevekê pendol di ser binê Panthéonsê re heja, di wê demê de fetlekê li dora xwe zîvirî.
Zemîna li dora xwe digere xwedî rakêş e jî. Ta dawiya sala 1500 her kesî behwer dikir ko laşên giran ji yên sivik xurtir dikevin, lê bi tenê dema ko Galileo Galileiyê îtalî çend heyberên xwedî giraniyên cuda ji ser serê birca Pîsa xwehr avêtin, her kesî dît ko bi ew hev re gehane erdê. Dema wî piştre gokên pola danîne ser aliyê jor yê rasterûyekî nişîv (inclined plane) û ew berdan, dîse her kesî dît çawa gok xurtir û xurtir digindirin, bi temamî li gor hevkêşeya tawdanê (acceleration equation) dilivin.
Henry Cavendishê inglîz da xuyakirin ko qanûna rakêşê ne bi tenê li ser Zemînê pêk tê. Bi pendola xwe ya ji du gokên pola çêkirî bû û bi pisteke asoyî ve hilawestî bû, dît çawa gok ber bi laşê zirêçî (lead) giran ve têne kişandin.
Rakêş (gravitation) bi rastî pîşeyê Isaac Newton e. Lê azmûna Newtonê brîtanî ya nayê jibîrkirin, ew e ya ko bi puwazkê (prism) ronahiya rojê ji hev vewejart û şebenga (spectrum) hemû rengên keskesorê ji nav derxist.
Thomas Young, ew jî ji Ingeltra ye, bi azmûna dukelşan ya xisletên pêlî yên ronahiyê, wî da diyarkirin, ko Newton şaş bû dema digot, ko ronahî ji parçikan pêkahtiye. Dema tîrêjên ronayî di nav du kelşan ve derbas dibûn û li aliyê din digehane hev, tîrêjan weke pêlên avê bandor li hev dikirin. Nexşeya têhelkêşiyê (interference pattern) dida xuyakirin ko ronahî pêl e û weke pêlê belav dibe.
Claus Jönssonê elman piştre ew azmûn dîse pêk anî, lê vê carê wî di şûna ronahiyê de elektron bi kar anîn. Ya herî balkêş ew bû ko elektronan jî xisletên pêlî didane nîşandan û nexşeya têhelkêşiyê weke ya pêlên avê bû. Herdû azmûnên dukelşan bingehek ji bingehên fîzyaya laşikan (quantum physics) da pejirandin; ya ko dibêje ko parçik û pêl yek tişt in. Di dawiya dawî de derkete meydanê ko gotina Newton, ya digot ko ronahî ji parçikan biheketiye, dîse rast bû.
Dema pesnê elektronan ne weke pêlan tê dan, ew parçikekî bargekirî (charged particle) tê nîşankirin. Robert Mîllîkanê emerîkî bi azmûna xwe ya dilopên zeytê karîbû mezinbûna bargeya elektroneke tekane bipîve. Di azmûna xwe de wî hişt ko dilopên zeytê di nav du elektrodan de bilivin. Elektronan xwe li dora dilopan dida hev, piştî gelek zêrevaniyan û pîvandinan Mîllîkan dikarîbû bargeya elektroneke tekane nas bke.
Demeke dirêj dihate gomankirin ko elektron bi neutron û protonan re têkilek (ingredient) e di nav kulîçeya pîrozî atomî de. Lê Ernest Rutherfordê inglîz da xuyakirin ko hemû proton di navika atomê de komkirî ne. Wî navika bargekirî ya heliumê li atoman barand, û lê kola çawa ew dibine pîj û parçe, bi vê wî karîbû mezinbûna navika atoman bipîve.
Ji nav her deh azmûnên fîzyayî azmûna Claus Jönssons, ya dukelşan ko xisletên pêlî yên elektronan dide xuyakirin, ya herî spehî tê dîtin. Spehîtiya wê di hemû zelalî, rastîtiya wê de ye û di fîzyaya laşikan (quantum physics) de ye, ev beşê fîzyayê, yê xwediyê dîtaneyê pir bi zor têne qurpandin

Hiç yorum yok:
Yorum Gönder